Hogir Silevanai Posts

Author: Hogir Silevanai

Didn’t i tell you

Again and again in our daily life , we are using these words(Didn’t i tell you) so special with akin peoples and darling peoples, another agains are using with another states then they are pessimist states or optimist states.

Ji dest pêka min hest bi xûkrîy min gelek bzav yakrîy bo evê gutnê ko bkeme maşêtek bê ko ez bkarbînim yan aristeyî kesekî/ê bkem, yê/ya beramber demê gutna min berçav newergirît eha li wî demî ew bxû bzanît ko min pêşdem amaje pêkribû lê bêko bi ezmanê xû aristey wî/wê bkem.
Merem jê ew nîne ko min divya wan bkeme dderavekê nexûş da, belko min derfet dda mêşkê wan rolê xû bbînin û biryara xû yatake kesî bînecêh,
Û berpirsyarbin ji derencaman bo gerên dûyivda.

Mrov dvêt neyê kêm bhabît dhest û naxê xûda li beramberî xû û dgelda dvêt kiryar merc bît. Eger dê gelek grift hêne hebûnê jberko hemî kes wek hev nînin dihzir û boçûnên xûda nexasme dhestên xû yên kesî da. Gelek car kardaneveyên kesê/kesa beramber dê mrovî handdene wê çendê ko dvêt mrov padaştê bdet yan dê jnavçî.

Lewma jî ptirya kesên dkevne dvê cure rewşê da ( genc )ni bimxabnî ve bo wê çendê dzivrît ko ptirya gencê me bzav nekirye xû binyasît, yan jî bo xû aristeyekî bi helbijêrît, dîrbît ji lasaykirna jnavçûnê û xrabkirna naxê xû, gelek neçîte dnaf babetên ko wî aloz dken wekî babetên syasî, ko mrov pêdvî hizreka berifreh dbît û ya rewa û bernyase ko genc di hzir û bîrubawerên xû da yê li qonaxeka hestyar yanjî dşêyn bêjîn ya netmam hişyar wu hestyar jî.

Dumahyê dê bêjm eve min gûte tejî eyî yê ko te ev babete xwandî, evca bzavê bke rojek nehêt û bîr li evê nvêsîna min bkey û heçko min gûtbû tejî ( ma min ne gute te ).

Bo zanîn ev wêne li demê êk jromalên taybet bi helkeftên cejnê ve li kenalê war hatye kêşan wek dyar ko ( herman mhemed tahir ) û êk ji tîmê karê wênegirtnê li pişt min dyarn. Herman derhêner bû û ez jî pêşkêşkarbûm dwê romalê da. Li wî demî da em tûşî rewşeka wekî naveroka evî babetê min li serî dyarkirîy bûyn û min û hermanî herdûka dgute wî hevalê em tûşkirîn ( ma me nu gute te ). Slav bo hermanê bra.

Writer
Hogir mohemmed Alsilevanai
Sweden / Stockholm
04- 07-2019

Do you remember when you was!

I never said anyone Do you remember when you was!

Lê gelek cara jî ya pêdivye tu bo raya giştî dyarbkeyî dê çewa mrov xû pêşêxît nexasme demê ew kesên min pê merem ji evî babetî ko ddemekî da ew: sade, tepeser, bê maf, çnezan, tozuba, wekî em bi kurdî dbêjînê golk bûn û me hemî şyan dane karî rojane wek bab û bra jyan bo şrovedkir lê li dumahyê wek her kesekê pîs revîn û xû bi çimbilkê kesên nûy ve girtin û husa xû ddene dyarkrin ko ew her tiştî dzanin ji wan yên ko bi keda dest û mêşkê me wergirtîn.

Gelek kes dşên bibne şah lê şahê drost ewe yê mêşkê şahî avakrîy û kerek li ser zalkirî bêko ew bzanît.
Anko dema kesî/ê fêrdkey her tiştî nîşabde bitnê wê xalê nîşanede ko ew dê çewa xû li ser te zalket.

Writer
Hogir mohemmed Alsilevanai
Sweden / Stockholm
15-10-2019

It’s me!

Min husa xû yê nyasî û dê husa mînim.
Dihokî me, Behdînî me, Korê kilya fir’înî û şedayê me, Helkêşê bayê gelî me, Vexaryê roybarê hişke rûyme, Korê dhoka çarmalî me, Korê kelha miftîme, Korê bajêrê dwazde taxî me, Korê dêra kembelanî, mizgefta mezn û miftî û şêlê li berî her tiştîme, Korê sîka bin ‘erdîme. Nevîçrikê mela şêx şukrîme û êalhî me, Ew zarûyê nexûşê destê diktura bacî qudret û cmîl mneşê brahîmê cûhî û mistir can û kembelan û brûndîy û mhemed dartaş û asinger û ddan helkêşê dihokîme.

Old Dohuk

Nexûşê dermanê derdê heft dermankî me.
Ew zarûme yê li kura şimk zera yarya kabanê, tebelanê, gûyanê ya sê şeqî dkir. Gerûkê bajêrê dû trombêla marsîdsa awrûîy û cecûyê fele me û paşî paêa ‘etûyme. Sertraşê berdestê mamê kerîm û şukrî û ‘ubeyd û mamê êalhê neşetim li wê dkana tarî beramber mizgefta miftîme. Pîrozkiryê êkem gêrana neroza fermya dhokya li tenîşt kura mawtîyame. Kurê bajêrê befrê me û çêkiryê pêrcûkên hevristîme. Kurê dehwatyên bajêrî mhemedê sityê, mhemed tahir, s’îdê zelîxê, mistê yê ehmedê gûîy, êalhê zêrûy, êemedî, şewketî, tarqî, şakrî, reşîdê ‘alyayê me. Kurê bajêrê çelakên 12 fanûsanîme. Kurê bajêrên keda destîme ko kamûyê hemal û cecû, alaman, tîtû, usman, êlyasîme. Kurê bajêrê ehmûy, êalûîy, mîrûyê dînim.

Here are points heads:

  • Four houses of Duhok, the old Duhuk consisted of four houses. Underground market – Underground market.
  • Mela Sheikh Shukri – Scholars are knowledgeable of different sciences in a different way.
  • Hindek ji peristar û nujdarên dihokî yên kevin – diktura bacî qudret, cmîl mneşê brahîm cûhî, mistir can, kembelan, brûndî, mhemed dartaş.
  • Seven medicine – one of them – was using the old Duhok medicine.
  • Kura shemk zera – A place at the Bridge shemk zara from now.
  • Sertraşên dhoka kevin – kerîm, şukrî, ‘ubeyd, salhê neşet.
  • Kura mawtîya – guristana dhoka kevin chê avahyê parizgeha dhokê li tenîşt avahyê dadgeha dihokê ya kevin.
  • Pêrcûkên hevristî – darekê drêje wekî destikê merka kolanê ye çqilkekê bi serê wî dar ve, da wî darî di erdî qûtin li rojên befrîn dako şyanên û çûnê heban li ser befrê heban.
  • Çelakên fanûsan – li sala 1942 li dhokê 12 fanûs dhatne helawîstin li serên hemî kolanên dhokê bi rêka çelakeyekê drêj ko ( ‘Amude ) ji daran hatbûne çêkrin bo helawîstna fanûsan.
  • Workers Duhoke – jajo, alaman ,teto , osman , elyasema
  • Crazy duhoke – a7moye crazy was disturbed by a whistle .saloy crazy was dead in car accidents , meroo The person were from the area (Qafqat) and one of the “Othman” soldiers who stayed in Dohuk Because of the pain and sadness he died.

Writer
Hogir mohemmed Alsilevanai
Sweden / Stockholm
18-09-2019
The picture is quoted frome the book of old duhok

Old Dohuk

Hello everyone!

Raste demeke jhewe dîrm û dşêm bêjm her çi babetek min ne nvêsye yan jî ne înaye rojevê eger jî bo wê çendê dzivrin, bawerm ko her kes car û cara dvê jyanê da mojîlê hnek ji kar û barên xû yên kesî dbît, da gelek drêj nebît min dvêt bi rêka evî wêneyî ji erşîfê xû yê berî ( 2015 )ê ko roja cejn bû çend bîrhatna û peyamekê pê bgehînim.

Her kes jme demê kar û xebatekê dhelbijêrît, merem jê çend xalekin:

  • Messages
  • direction
  • Loving work hand-picked
  • energy
  • Career development in practice
  • Living and life

I will stop at the last point:

Ez dê li ser xala dumahyê rawestim :
Kar û ariste û vyana karê helbjartî û şyan û pêşêxistna karî dipraktîkîda eve hemî li alyekî û xala dûmahyê ewa min li serî bas lêkrîy ko paryê jîn û jyarê ye li alyekê dîtirda. Jberko ptirya medyakar û rojnamenvîsên me evro xû pêşneêxsitîne belko dcêhda mayne û mjoylê paryê jîn û jyara xûne.
Gelek ya cwane mrov hzir dvê xalê da bket lê gelek ya lenge mrovî ew xalên min li serî dyarkirîn li def nebin, eha lvêrê arîşên cvakî mezn dbin ji berko rojnamenvîs mojîlê paryê jîn û jyara xû dbin û neşên drost karbken. Û ev nebûna kiryarê bo sazyên medyayê di bîte xaleka erînî û dberjewendya wan da ye, di beramberda bo cvakî bi nerînî dzivrît ji berko desthelata çarê pîteyî pênadet, ko drastî da êk ji karên wê pîtedane bi cvakî.

Li dumahyê dê bêjm:

Divêt cvak bi hişyarî serederyê dgel rojnamevanan bket û bzanît dê çewa neçarket kêşa wî gehînît û li duyv çît ta derencamî eger ne dê cvak dcêhda mînît û paşkeftin dê her behra wan bît.

Min çcar pirsyar bo mêhvanên xû berî pexşê zindî amade nedkrin dako mêhvanên min daxwaza pirsyara ji min neken. Grove li ser gotna min dvî wêneyda ko dzivrît bo pênc xuleka berî pexşê zindî û ez mojîlê nvêsîna çend serxaleka jtewerê amadekrîy yê programî bûm.

writer
Hogir mohemmed Alsilevanai
Sweden / Stockholm
30-06-2019

Not being is better than being without a meaning for your life

Dimjimêr 03:56 berê spêdê bo!

Li wî demî demjimêr 03:56 xolekên berê spêdê bû çi deng ji chê karî nedhatin jberko nedemê asayî yê karî bû, belko ew ptir ji (11) demjimêrabû ez ji dewama xû ya karî bi dumahîk hatbûm wek erkê rojane, lê jberko raportên berhevkirîy ne hatbûne tmamkrin ez jî neçarbûm wekî ptirya cara ji demê xû yê malbatê û jyana taybet bdeme karî û raportên pexşê xelekeya zindî amadebkem.
Lvêrê dibît hûynên xwandevan wesan hzir bken ko min dvêt tîşkê bdeme ser gringya karê xû û ka ez çendê xemxorbûm dkarî da! Dê berisva min jî nexêr bît.
Belko min dvêt dyarbkem boçî min û wan hemî hevkarên xû ewên ko ew kenal bi hêz û şyanên xû înaye hebûnê dest jê berda û ewên dîtir min nevêt bi nav û pla karî dyarbkem ka kîne hêşta li chê xû ne û dberdewamin bo wergirtna mûçe û padaştên xû anko kar û xizmeta cvakî ya berev paşvebrî nek pêşve.
Eger pirsyara teyê/ya xwandevan ji min ew bît boçî hewe bzav nedkir wan ji karê wan laden dê berisva min eve bît. Ma kengî nezahet û dadweryê li kurdistanê chê xû dîtye bi dristahî, tako li sazyeka ragehandinê rolê xû bbînît. Dîsa dê bêjm ma eger kanya avê li serî ya şêlî bît, ma çi jmin û te dhêt. Lewra gelek dbêjn:

  • gonehe ev kenale nemînît.
  • ew kenalê dengê behdînane.
  • behdînan ya li pişt gohavêtye.
  • xizmet bo behdînan ne di astê pêdvî dane.
  • qebîl nakeyn soranyek bbîte serperşit û rêveberê sazîyeka behdînan.

Û bi dehan ji van manşêtên bê raman û bê mfa. Lvêrê min dvêt bêjm: erê başe ma dê kengî xelkê me hişyar bît û zanît ko mehane kojmên zebelah li van cure sazyan dhêne mezaxtin bêko derencamên erînî hebin. Erê hûyn dzanin çend kes li van chan kardken bêko êk roj dewamê fermî bken û eger bken jî bitnê li ser kîstê xudan behre û hêz û şyan û bawername dmafdarn ne zêdetir.
Belge li ser gotnên min bi sedan grove hene ko desteyên îdarîy yên van cure sazyan neşên kesekî bkene berpirsê beşekî eger melaq wveşartî û gohdarê gotin û kiryara wan nebît. Yan jî eger pismam û xal û xarza nebît. Ji blî eger bi ser wî layenî ve nebît û eger êk wek min yê ko bi ser çi layena ve nebît hema ew bi şanis yê hatye wergirtin û bi pişt rast dbêjm nemana wî/wê li wêrê evro ye ber sbehî.
Li dumahyê dê bêjm neman baştre ji hebûneka neyî.

Bo zanîn ev wêne di jûra min ewa ko terxankirî bo amadekrin û muntajkirna êk ji programên min ve li demjimêr (03:56)ê berê spêdê hatye kêşan.

Writer
Hogir mohemmed Alsilevanai
Sweden / Stockholm
02-07-2019

GRADUATION THESIS 2011

 Li wî demî ez qutabîyê qunaxa pêncê bum li beşê şêwekar tayê nîgar. Min pirojê xu yê derçunê bi çar tabluyên cuda her êk ji Siroşit, Xiwezay, Hizir Di Gel Aşopî, Tabluya Cîhanî.

Ev çar tabloyên li xiwarê diyar pirojê min yê der çunê bun li qunaxa pêncê ya Peymangeha Hunerên Ciwan / Duhok.

SIROŞT

Demê min ev dîmenê SIROŞTî hebijartî bu min gelek yê bi zehmet bu jiberko li welatê me gelek dîmenên bi vî curî dihêne dîtin, nexasime li deverên çiyay. Gelek dilxuş di bim bi wênekirna tabluyekê bi vî babetî ve grêday. Hest pêdikem ez yê parceyek ji hebuna xu li ser tabluyekî di kêşim.

Eve çêned wêneyekên di nav vestîvalêne ku di gel tablu yê SIROŞTî
û komeka berpirsan, ewên ko siponserên vestîvalê bun û komeka
hevalên besê şêwekari.

2010ê VESTÎVALA HUNERÊN CIWAN

XIWEZAY

Demê min babetê evê tabluya XIWEZAY hebijartî gelek dem pê derbas nebu her wê roja mamostayê me her çiwar babetên pirojê derçunê bu me dayne diyarkrin êkser ji her çar babetan babetê xiwezayê di serê min da lêda û bîr û hizrên min hemî berev wan dîmenan ve zivrîn yên ku di buhara sê û çarê yê jiyê xu dan min dîtîn û têda jiyaym ko ewji koça milyonîbu li wî demê me mal û samanê xu li pişt xu hêlay û em koçbuyne Çelê û Deştanê.

Tabluyê XIWEZAY bi qebarên wê ve ku ewji 120*160

HIZIR DI GEL AŞOPÎ

Eve ji wan tabluyane yên ku hişkin bu têgehştinê ji layê kesanên dîr ji hizir û bîrên hunerê şêwekari nexasime babetên wekî HIZIR DI GEL AŞOPÎ. Di evî tabluy da lêdanên firçey gelek nerim û di heman demda reqjî di hêne dîtin ewjî bu hestê diyar yê naveruka tabluy di zivrît, helbet hunermend jî serkêşê ewan hestaye. tablu gelek xalan di êk babet da bi xuve di girît lê xala here serekî hizirkirne di gel hebuna cihana evro em têda dijîn û zalbûna hêzên zilhêz bu ser gerdonî nexasme xu asêkirna wan hêzan yê ku xu bi çimbilê jiyanê bitinê ve girtî dîr ji hizrkirn di hebuna cihek dî bu jiyanê.

Tabluyê HIZIR DI GEL AŞOPΠbi qebarên wê ve ku ewji 120*160

TABLUYA CÎHANÎ

Ta ku qutabî tabluyekê bi helbijêrît bu pirojê dercuna xu û bi taybet babetê TABLUYA CÎHANÎ anko veguhastî divêt wê xalê bercav wergirît, ku ne ya giringe ka erê tabluyê kîjan hunermend yan kîjan tablu dê helbjêrît ya giring ewe tabluyekê bi helbijêrît ku ewî wek hunermendê sêwekarî hest bu ewê tabluyê hebît û tamê ji kêşana tabluyê hlbjartî hebît. helbet dê mamostayê ku serperşite li ser pirojey ko nimreyan li ser tabluy di danît lê Dîsan jî di vêt qutabî bizanît kêşana tabluy bi tinê ne merce belko naverok û şêwazê şirovekirna tabluyê helbijartî 40% nimra tabluyê dubare ji layê qutabîve hatiye kêşan merce û di bît ew şirovekirne nimra qutabî hemiyê biguhurît.

TABLUYA CÎHANÎ bi qebarên wê ve ku ewji 120*160